1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Amedê serdarek ji ber ‘Bertîlê’ hate girtin

Li Amedê serdarek ji ber ‘Bertîlê’ hate girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê Serdar (Bînbaşi) Ahemt Eren û çawişê pispor Soner Eren bi îdiaya “Di dema wergirtina cerdevanan” de ‘Bertîl wergirtine’ hatin girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê ku spartiye Amîda Haberê, li navçeya Erxeniyê ya Amedê di navbera salên 2017-2018’an de cerdevan hatin wezîfedarkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya ku ‘Bertîl hatine wergirtin” (ruşvet) lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de roja berê Fermandarê Cendirmeyan yê Berê yê Navçeya Erxeniyê serdar Ahmet Eren û Çawîşê Pispor Soner Eren ê ku li Fermandariya Cendermeya Mêrdinê wezîfedar e, jî di nav de 38 kes hatibûn desteserkirin.

Piştî karûbarên fermî yên îfadegirtinê yên li midûriyeta ewlekariyê û îfadeyên dozgeriyê ji 38 kesan 36 kesa serbest hatin berdan.

Fermandarê Cendirmeyan yê Berê yê Navçeya Erxeniyê Ahmet Eren û Çawîşê Pispor Soner Eren ê ku ji bo wan dema zêde hatibû xwestin, duh piştî îfadedayînê bo Edliyeyê hatin şandin.

Dadgehê ji ber tawana “bertîlê” biryara girtina Ahmet Eren û Soner Eren da.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê serdarek ji ber ‘Bertîlê’ hate girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *