Geliyê Lîksorê ya Erziromê bi bedewî û xemla xwe ya payîzê dîmenên ciyawaz radixe pêşberî çavan.
Geliyê Lîksorê li sînorê navçeya Şenkayayê ya Erziromêye û bi bedewiya xwe ya xwezayî her sal malovaniyê ji heskiriyên xwezayê dike.
Komeke ji 10 kesên endamên li Erdexan û Qersê yên Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê pêk tê li geliyê ku, tê da newalên dirêj, şikeft û cihên dîrokî hene meşa xwezayê pêk anîn.
Çiyageran di nav xwezayê de, geliyê ku bi rengên payîzê xemiliye wextê xwe baş derbas kirin û 10 kîlomêtreyan meşiyan.
Çiyager odeyên kevirîn ên tên nirxandin ku dîrokî ne û şikeftên ku dora wan bi dîwarên dişibin sûrên kelhan parastî ye geriyan û di nav xwezayê de demên xweş derbas kirin. (AA)
Serhat News
(lg)