Li Meletiyê wesayitekê li du kesan da û di encamê de her du kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Li Taxa Çavuşoglu ya Meletiyê wesayitekê li du welatiyên bi navê Şemsettin Karadag û Hîvan Taşkiner da. Di encamê de her du welatiyan jiyana xwe ji dest dane û ajokarê wesayîtê jî birîndar bûye.
Piştî agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Ajokarê wesayîtê ku di bûyerê de birîndar bûye, ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê hatiye veguhestin.
Cenazeyê her du kesên din jî bi armanca otopsiyê bo Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatin veguhestin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)