Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê zarokekê bi awayê gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Mekeger a bi ser navçeya Giyadînê ya Agiriyê zarokeke bi navê Î. Ç., ya/yê 16 salî bi awayek gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Hat îdiakirin ku Î.Ç.’yê întîhar kiriye û piştî bûyerê ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê.
Lê li vir tevî hemû mudaxaleyan Î.Ç., nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Cenaze piştî karûbarên otopsiye li goristana gund hat veşartin. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver