1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Serokê Fransayê Macron êrîşa li Parîsê şermezar kir

Serokê Fransayê Macron êrîşa li Parîsê şermezar kir

featured
WÊNE: AP
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşa li hemberî Navenda Çandê ya Kurdan a Parîsê de peyamek weşand.

Macron di peyama xwe ya li ser Twîtterê de êrîş wekî êrîşeke terorîstî ya hovane pênase kir û wiha got: “Kurdên Fransa di dilê Parîsê de bûn armanca êrîşeke hovane. Dilê me bi qurbanîyan û bi wan kesên têkoşîna jîyanê didin re ye û bi malbat û hezkirîyên wan re ye,”

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerald Darmanin jî got ku êrîşvan bi awayekî eşkereyî xwestiye ku bîyanîyan bike armanc, lê delîl di destê wan de tuneye ku wî bi taybatî Kurd kirine hedef.

Sîyasetvanê Fransî yê navdar Jean-Luc Melenchon jî xemgînîya xwe ya ser êrîşê dîyar kir. Melenchon jî di Twîtterê de ev peyam parve kir: “Xemgînî û hêrsbûn di êrîşa terorîstî ya dijî Navenda Çanda Ahmet Kaya li Parîsê. 10 sal berê jî, hema di van rojan de 3 rêberên Kurd, di dilê Parîsê de hatine kuştin. Êdî bes e! Divê emhevalbendên xwe yên Kurd li vir û li wir biparêzin.”

Dozgera Parîsê Laure Beccuau jî ragihand ku zilamekî 69 salî yê bergumanê êrîşê hatiye desteser kirin û ew kes berî demeke kin ji binçavkirinê hate berdan ku bê girtin were darizandin. (Dengê Amerîkayê)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê Fransayê Macron êrîşa li Parîsê şermezar kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *