Tevî hatina demsala zivistanê qirêjiya hewa, li ser tenduristiya mirovan bandoreke neyînî dike. Doktorê pispor Sîahmet Atli derbarê mijarê de got, “Qirêjiya hewa dibe sedema nexweşiyên wekî, KOAH, Astîm Pnomonî, penceşêra pişê û werem e.”
Li gor Rapora Qirêjiya Hewa ya Cîhanê ya 2021’an, ku di 117 welatan de li ser qirêjiya hewayê 6 hezar û 475 bajaran lêkolîn kirine, Tirkiyê di vî warî de, di rêza 46’an de cih girtiye. Li Tirkiyeyê jî wekî her salan bajarên wekî Wan, Îdir, Qers, Erdexan, Mûş û Agirî bajarên hewayê wê herî qirej hatine diyarkirin. Li van bajaran ji ber qirêjiya hewa gelek caran rûyê esîman reş dibe.
Li bajarên ku hewayê wê qirêj e, jî nexweşiyên Nexweşiya Pişê ya Kronîk a Obsuritif (KOAH) û penceşêra pişê zêdetir derdikevin holê. Pisporê Nexweşiyên Singî Dr. Sîahmet Atli ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herema Wanê dixebite, derbarê mijarê de hin nirxandin kirin. Atli, têkildarî qirêjiya hewa, egera bandora wê ya li ser tenduristiya mirovan û bi ser rêyên parastinê ji qirêjiya de hewa, hin pêşniyar rêz kirin.
Atli, diyar kir ku hişmendiya li hemberi qirêjiya hewa di nava civakê de hinek kêm e û wiha domand: “Bi taybet ev yek tesirekî neyînî li ser kesên ji pişa xwe nexweş dike. Li bajarên wekî Wan, Mûş, Amed, Qers û Îdirê ji ber bikaranîn komir, sergun, dar û tiştên din, girêjiya hewa zêde dibe. Bi taybet ev qirêji ji meha Kanûnê destpê dike û heta dawiya demsala biharê jî berdewam dike.
Dr. Atli, derbirî ku li heremê herî zêde nexweşiyên KOAH û Astimê tên dîtin û wiha berdewam kir: “Ev nexweşene, raste rast ji girêjiya hewayî aciz dibin. Ev girêjî ne tenê mirovan, tesîreke neyî li ser bizinek serî çiye, masiya dinava golê, zarokê di zikê diya xwe de, kesên kal û yên xwedî nexweşiyanên kronîk jî dike. Ji 10 nexweşan 9 ê wan ji pişa xwe nexweş dibin. Wekî minak girêjiya hewa dibe sedema zuhabûna çavan, lezê dide kalbûyînê û tenduristiya rûyê (cilt) mirovan jî xerab dike. Lê tu kes vê yekê nizane.”
Bandora qirêjiya hewa ya li ser tenduristiya mirovan
Atli, got ku wî derbarê vê mijarê de selî Şaredariya Bajarê Mezin ya Wan û Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê daye lê têkildarî mijarê tu encam nekariye bidest bixe. Atli, da zanîn ku ew di encama van serlêdanan de rastî tu yekîneyên berpisyar nehatiye û wiha axivî: “Di nava kesên ku nexweşiya pişê pêre hene, salê 7 milyon kes ji bandorên derdorê yên xerab û qirêjiya hewa jiyana xwe ji dest didin. Di meha zivistanê de hejmara kesên bi nexweşiyên KOAH, Penceşêra pişê û Pnomonî ku çavkaniya xwe ji civakî digere (Zature) gelek zêde dibin. Wekî mînak ger nirxa PM 2,5 (Nirxa pivana girêjiya hewa) ji 2,5 mîkro giramê kêmtir be, nefesa ku em ji pozê xwe hildigirin, nikare were parizandin û raste rast derbasî nava pişê dibe. Ji wir jî tevli nava xwinê dibe û ev jî xetereya penceşêra pişê zêde dike.
Emê çewa xwe ji qirêjiya hewa biparêzin?
Atli herî dawî li se rêyên xweparastina ji qirêjiya hewa sekinî û ev agahî dan: “Bi tayket divê kesên nexweş berdevkan bikarbînin. Em pêşniyar dikin ku ev kesê serê sibê û êvaran ji malê dernekevin. Pêwîst e ev kesên xwedî nexweşiyên kronîk xwedî hişmendiyek baş bin û çewa xwe ji cixarê dûr diken, bila wisa li hember qirêjiya hewa jî xwe biparêzin. Ger pêkan be, bila li şuna komir, dar û sergunan, gaza xwezayî an enerjiya tavê bikarbînin. Ji bo vê jî divê dewlet alîkarî bide.
Serhat News
(lg)
VİDEO-MONTAJ: ŞEHRİBAN ABİ