Şirketa Lêkolînê ya MAK’ê, ragihandiye ku rêjeya dengên maseya şeş ji partiyên muxalefetê pêktê %45.6 e û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHP’ê pêk tê %40.6 e.
Serokê Şirketa Şewirmendiyê ya MAK’ê Mehmet Alî Kulat encamên lêkolîna dawî eşkere kir. Anket li 61 bajaran li gel 5 hezar û 700 welatiyan hatiye pêkanîn.
Li gor encaman rêjeya dengên maseya şeşalî ya ji partiyên muxalefetê pêk tê, %45.6 û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur %40.6 e. Rêjeya dengên HDP’ê %8.4 e. Rêjeya dengên kesên bêbiryar jî %4 e.
Herwiha %33ê beşdarvanan gotine eger maseya şeşalî bibe desthilat dikare pirsgirêkan çareser bike, %25’an gotine dibe ku çareser bike û %34’an gotine ew bawer nakin maseya şeşalî bikaribe pirsgirêkan çareser bike.
Rêjeya dengên partiyan wiha hatiye diyar kirin:
AK Partî: %34.3
CHP: %25
ÎYÎ Partî: %15.6
HDP: %8,4
MHP: %6.3
DEVA: %2.5
Partiya Yeniden Refah: %1.3
Partiya Gelecek: %1,2
Partiya Tirkiyê ya Serbixwe: %1,2
Partiya Zafer: %1
Saadet: %0,9
HUDA PAR: %0,8
Partiya Demokrat: %0,4
Partiya Memleket: %0,2 (Rûdaw)
Serhat News
(lg)