Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Amedê, operasyoneke leşkerî dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî li herema navçeya Lice ya bi ser Amedê bi navê “Eren Dorpêç Payîz-Zivistan-21” operasyonek leşkerî hatiye destpêkirin.
Wezaretê daxuyandiye ku operasyon li dijî endamên PKK’ê ji aliyê Fermandariya Cendirme ya Amedê ve tê birêvebirin û 840 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan jî tevli operasyonê bûne. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver