Ji ber polîtîkayên çandî yên desthilatên xwecihî û giştî karkerên şanoyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Şanogerên ku di şanoyên taybet de dixebitin piştî pandemiyê niha jî ji ber krîza aborî ketine di nava rewşekî xerab de.
Şanoyên taybet li Tirkiyê piştî pandemiyê, niha jî ji ber krîza aborî di nava reweşke pir xerab de ne. Her çiqas Midûriyeta Hûnerên Bedew ya Wezareta Çand û Turîzmê dibêje wan alîkariyek mezin daye şanoyan jî, rewşa heyî dide nîşandan ku ev alîkarî têra nake.
Li Wanê jî di vî warî de heman pirsgirêk têne jiyandin û ev bi salane li vir pirsgirêka sahneyê heye. Şanogerên li Wanê ji ber masrafên zêde û buhabûna kirêyan êdî hima bêje nikarin kar bikin.
Ekîbên şanoyê li Wanê ku her sal çend lîstik derdixistin holê ji ber ku buhayê salona Şona Dewletê ya Wanê pir zêde ne, neçar dimînin ku hejmara lîstikên xwe kêm bikin.
‘Şanoyên taybet nikarin debara xwe bikin’
Şanoger Hasan Bayam ku ev demek dirêje li Wanê şanogeriyê dike diyar kir ku piştî pandemiyê pirsgirêkên wan zêde bûne û wiha axivî: “Di warê şanoyê de Wan ne li cihê xwe yê ku diviya lê ba ye. Derfetên şanoyê li gor potansiyela bajêr li Wanê pir kêm in. Wekî teqmînî: em bêjin li bajarekî ku nifûsê wê yek milyon be, heşt an jî deh hezar temaşevanên şanoyê hebin û salonê her car tuje bikin, dîsa jî encax lîstikek dikare deh seansan were nîşandan. Ev jî encax wê têra mesrefên wan bike. Wekî encam em bêjin li Wanê şanoyên taybet nikarin debara xwe pêk bînin.”
Bayam destnîşan kir ku di vê sezonê de lîstika ‘Bal ve Ayicik’ ku tevî zarokan lîstiye û ‘Kuklalarla Masal Anlatimi’ derxistiye.
Bayam, bi berdewamî dibêje ku piştgiriyên dewletê yên bo şanoyê têrê nake û got ku li hemberî hunerê helwesteke wekî ‘Nebejî dibe’ heye. Derbarê rewşa şanoyê de Bayam diyar dike ku li Wanê tu kes wekî karekî nêzî şanoyê nabe û piranî jî şano wekî hobiyekê tê kirin.
‘Burokrasî zehmetiyan derdixe’
Derbarê buhabûna kiriya salona Şanoya Dewletê ya Wanê de jî Bayam got, “Cihê keyfxweyiyê ku em bikarin lîstikên xwe li ser sehnaya Şanoya Dewletê ya Wanê bilîzin. Lê pişt perdeyê em bi gelek eziyetên burokratîk re rû bi rû dimînin. Ji ber burokrasiyê kar gelek hêdî dimeşe. Carnan du roj beriya lîstikê destûr tê dayîn. Wê çaxê em hewl didin di nava du rojan de bilêdan bifiroşin. Lewma piranî car em neçar dimînin ku lîstikê betal bikin.”
Fatîh Taşdemîr jî li Wanê ev demeke dirêje bi şanoyê re eleqeder dibe. Di heman demê de Taştemîr li bajar karê organîzasyonê jî dike û wî heta niha gelek hunermendên navdar jî anîne Wanê.
‘Kirêya salona Şanoya Dewletê pir zêde ye’
Wî jî di destpêkê de gazincên xwe yên buhabûna salona Şanoya Dewletê ya Wanê anî ziman û wiha axivî: “Kirêya salona Şanoya Dewletê ya wanê niha 5 hezar TL ye. Beriya niha hezar û 700 TL bû. Di dema pandemiyê derxistin 3 hezar 400 TL. Salona Otela Uygulamayê mezine lê ne li gor şanoyê hatiye çêkirin. Kirêya wê 15 hezar TL ye. Salona Arsîsa ya li nava qampûsa zanîngehê de jî mezin e lê ew jî tenê bo konseran gunca ev. Kirêya wê 60 hezar TL ye.”
‘Buhayê hemû tiştî zêde bûye’
Taşdemîr piştî ku ev agahî ragihandin diyar dike ku ji ber vê rewşê li Wanê di qada çand û hunerê de ew nikarin karekî bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Buhayê hemû tiştî zêde bûye. Lê em nikarin buhayê bilêdan zêde bikin. Ger hûn hunermendekî navdar bînin vê derê, encax wê çaxê hûn dikarin biledan biçek din buha bifiroşin. Masrafên ekibeke 5 kes tevî hemû tiştî nêzî 30 hezar TL digire. Lê kapasiteya salonê 400 kese û hûn bilêde bidin 100 TL yan, dike 40 hezar TL. Pereyê ku ji ber masrafan dimîne jî têra tu tiştî nake.”
Serhat News
(lg)