Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku rewşa mexdûrên erdhejê ji nêz ve dişopînin û ji bo pêşkeşkirina her cure alîkariyê jî ferman da ye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden têkildarî erdheja li Tirkiyeyê çêbû û li Sûriyeyê jî rê li ber hilweşîneke mezin vekir, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir.
Biden, diyar kir ku ji ber hilweşîn û windahiyên mirovan pir xemgîn bûne û ev tişt anî ziman: “Min ferman da ekîba xwe ku bi awayekî koordîneyî li gel Tirkiyeyê tevbigerin, rewşê ji nêz ve bişopînin û her cureyên alîkariyê bidin.” (MA Kurdî)
Serhat News
(LG)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver