Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, got ku ji bo bajarên erdhej lê çêbûye biryar dane ku OHAL bê ragihandin.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan têkildarî erdhejê de piştî 34 saetan derket pêşberî kamerayan. Erdogan ku geşedanên têkildarî erdhejê li Navenda Koordînasyona Agahiyên Erdhejê dişopîne, bîlançoya dawî eşkere kir.
Erdogan got ku heta niha 3 hezar û 549 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 22 hezar û 168 kes jî birîndar bûne.
Erdogan, destnîşan kir ku ji bo Mereş, Semsûr, Edene, Riha, Hatay, Amed, Dîlok, Osmaniye, Meletî û Xarpetê biryara Rewşa Awarte (OHAL) hatiye dayîn. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver