1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Hezar malbatan ji Helebê koçî navçeya Şehbayê kirine

Hezar malbatan ji Helebê koçî navçeya Şehbayê kirine

featured
WÊNE AFP
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

 Piştî erdheja Mereşê ku li Suriyeye jî bûye sedema hilweşînek mezin, zêdetirê hezar malbatan ji Helebê koçî navçeya Şehbayê kirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo, ku li Şehbayê jiyan dike got ku heta niha zêdetirê 1000 malbat ji Helebê hatine Şehbayê

Li gor nûçeya Rûdawê, Îbrahîm Şêxo diyar kir ku piraniya koçberan ji herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên ku piranî Kurd lê dijîn, ji ber wêraniya ku li her du taxan çêbûye, hatine navçeyê.

Şêxo destnîşan dike ku beşek ji wan li gundê Tilşîrê ya li navçeyê hatine bicihkirin û tu pêdawîyên jiyanî li ber destê wan nîne.

Koçbereke ku ji Helebê hatiye ev agahî dane: “Em li Eşrefiyê ya Helebê bûn. Ji ber karesata ku li Helebê çêbû, em hatin van kampan. Avahî bi temamî hilweşiyan, zarok li kolanan mane. Pîrejin, pîremêr, kuştî, birîndar, xelk li parkan radizên. Em bi cil û bergên xwe derketin û hatin van kampan. Ev der bikêrî bicihbûnê nîne lê, ewlehî bêhtir lê heye.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hezar malbatan ji Helebê koçî navçeya Şehbayê kirine
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri