1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Roja sêyan ya erdhejê: Hejmara qurbaniyan berbi 10 hezar e ve diçe

Roja sêyan ya erdhejê: Hejmara qurbaniyan berbi 10 hezar e ve diçe

featured
WÊNE RUDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokkomar Recep Tayyip Erdogan  li Hatayê daxuyand ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihîştiye 9 hezar û 57 kesan.

Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan, di çarçoveya gera xwe ya bo herêma erdhejê de li Hataye hin lêkolîn kirin. Erdogan li vir ragihand ku di erdhejên 7.7 û 7.6 ku navenda wan li navçeyên Bazarcix û Elbîstanê yên Mereşê bûn, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 9 hezar û 57 kesan. Erdogan herwiha diyar kir ku 52 hezar û 979 kes jî birîndar bûne.

Herwiha 6 hezar 444 avahî ji ber erdhejan hilweşiyane.

Li aliyê din li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) hatiye dayîn de piştî erhejê heta niha 648 erdhejên biçûk pêk hatine.

Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejayî jî rewşa rêyan yên li herêma erdhejê eşkere kir. Ji xeynî wesayîtên erkdar, ketina wesayîtan bo bajarên Mereş, Semsûr û Hatayê hatine rawestandin.

Li gorî vê yekê, rêya Bahçe-Dîlokê û Tarsûs-Edene- Dîlokê ku ji ber erdhejê li trafîkê hatibû girtin, ji çûnûhatina wesayîtan re hat vekirin.

SunExpressê daxuyand ku heta 13’ê Sibata 2023an dê hemû geştên navxwe yên bo Edene, Amed, Dîlok, Qeyserî, Meletî û Mêrdînê bêpere pêk bînin.

Zincîrmarketa bi navê BİM’ê ragihand ku dê li zêdetirî 100 marketên xwe yên li herêma erdhejê din bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de berhemên serekê yên pêwîst bêpere li xelkê belav bike.

Wek te zanîn di 6’ê Sibatê saet di 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, rû da. Erdhej li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs, Dîlok Hatay, Edene û Osmaniye bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesî.

Hêjayi bîrxistinê ye ku, piştî erdheja yekem, a herî mezin bi pileya 7.6, nêzîkî 100 erdhejên din çêbûbûn. Roja Duşemê saet di 13:24 deqe navenda wê navçeya Elbistanê ya Mereşê erdhejek din bi pileya 7.6 çêbûbû. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Roja sêyan ya erdhejê: Hejmara qurbaniyan berbi 10 hezar e ve diçe
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *