1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji ber avahiyên ku hilweşiyane lêpirsîn hatiye destpêkirin

Ji ber avahiyên ku hilweşiyane lêpirsîn hatiye destpêkirin

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li  3 bajarên wekî Edene, Hatay û Osmaniyeyê derbarê avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyane dozgeriyan lêpirsîn dane destpêkirin.

Li gor nûçeya Bîanet Kurdî, di daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê de hatiye ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de heyetên pispor ên teknîkî hatine wezîfedarkirin.

Dozgeriyê wiha ragihandiye: “Nimûnegirtin û xebatên li qadê hatine destpêkirin. Têkildarî nasnameya berpirsên ku înşaata avahiyan dane ser milê xwe û piştre li dijî îmarê di avahiyan de guhertin çêkirine û bûne sedema hilweşandina avahiyan, bi saziyên pêwendîdar re hevdîtin hatine kirin.

Di daxuyaniyên Serdozgeriyên Komarî yên Hatay û Osmaniyeyê de jî hatiye ragihandin ku derbarê avahiyên hatine hilweşandin yên li van bajaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber avahiyên ku hilweşiyane lêpirsîn hatiye destpêkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *