1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Wezîr Koca: 19 hezar û 300 kes di nexweşxaneyan de tên dermankirin

Wezîr Koca: 19 hezar û 300 kes di nexweşxaneyan de tên dermankirin

featured
WÊNE:Twîtter
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê rewşa birîndarên erdhejên Mereşê de got, “15 hezar û 664 di serwêsê de, 3 hezar û 636 di beşa nexweşiya giran de; tevahî 19 hezar û 300 welatiyên me di nexweşxaneyan de tên dermankirin.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Fahrettîn Koca li ser hesaba xwe ya Twîtterê der barê xebatên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê de agahî da.

Fahrettîn Koca got ji bo ku derman û kelûpelên tibbî ji herêmên re bên şandin li Edene û Dîlokê du depoyên tibbî hatine avakirin.

Derbarê hejmara xebatkarên tenduristiyê de jî Koca wiha got: “Li tesîsên tenduristiyê 14 hezar û 611 xebatkarên UMKE û personelên rewşa bilez jî di nav de, jê 18 hezar û 97 doxtor, tevahî 145 hezar û 711 karmend dixebitin. 15 hezar û 664 di serwêsê de, 3 hezar û 636 di beşa nexweşiya giran de tevahî 19 hezar û 300 welatiyên me li nexweşxaneyan tên dermankirin. Beşeke nexweşan bi biryara doxtoran hatin şandin ku ji bo 8 hezar û 851 nexweşan neştergerî hat kirin.”

Koca got ji bo nexweşî û şewb belav nebe bi têra xwe derziya tetanos û harbûnê (Kuduz) hat şandin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezîr Koca: 19 hezar û 300 kes di nexweşxaneyan de tên dermankirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *