Kabîneya hikûmetê îro dê bi serokatiya Serokkomar Erdogan li navenda AFAD’ê bicive.
Kabîneya Hikûmeta Serokomar îro dê saet 15’an de li Navenda Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) bi serokKatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bicive.
Mijara sereke ya civînê, dê karesata erdhejê be. Li gor agahiyan dê hinek wezîrên ku li deverên erdhejê ne, bi video konferansê beşdarî civînê bibin.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku dê tekane mijara civînê erdheja Mereşê be. Li bendê ye Erdogan piştî civînê biryarên di civînê de hatine wergirtin, bi raya giştî re parve bike. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver