1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Bîlançoya erdhejê ya Meletiyê: Heta niha 386 kes mirine

Bîlançoya erdhejê ya Meletiyê: Heta niha 386 kes mirine

featured
WÊNE AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Walîtiya Meletiyê daxuyand ku ji ber erdhejê li bajêr heya niha hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest daye û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne.

Piştî erdhejên Mereşê yên bi pîle 7,7 û 7,6 tevî Mereşê li 10 bajaran wêraniyek mezin çêbû. Yek ji van bajaran jî Meletî ye.

Walîtiya Meletiyê, derbarê rewşa dawî ya li bajêr daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat diyarkirin ku ji ber erdhejê li bajêr heya niha hezar û 386 kes mirine û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne.

Walîtiyê destnîşan kir li bajêr hezar û 154 avahî hilweşiyane û 7 hezar û 129 avahiyên xisar dîtine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokkomar Recep Tayîp Erdogan duh piştî civîna kabîneyê ragihand ku hejmara kesên ku li seranserê welat di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 35 hezar û 418 kesan û 105 hezar û 505 kes jî birîndar bûne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bîlançoya erdhejê ya Meletiyê: Heta niha 386 kes mirine
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *