Li navenda erdhejan Mereşê, piştî 222 saetan jinek e 42 salî ji binê kavilê bi saxî hate rizgarkirin.
Li Taxa Onîkîşubat a Mereşê jina bi navê Melîke Îmamoglu a 42 salî piştî 222 saetan ji binê kavila avahiyê bi saxî hate rizgarkirin.
Piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 ku bandor li 10 bajaran kiribû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.
Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya ku ji Bûrsa çûye, tesbît kirin ku kesek di binê kavilê avahiya Ozdemirlerê ya li taxa Hayrullahê de, sax e.
Tîman di encama xebatê de Melike Îmamogluya 42 salî, 222 saet piştî erdhejê, ji bin xirebayan bi saxî derxistin.
Piştî midaxeleya destpêkê Îmamoglu radestî ekîbên tenduristiyê kirin.
Serhat News
(lg)