1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî ji bin kavilan hate derxistin

Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî ji bin kavilan hate derxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cenazeyê dengbêjê Kurd Mihemedê Nenyasî (Mehmet Tanriverdi) ku li Amedê di bin kavilê avahiyekê de mabû, hat derxistin. Çend roj beriya niha jî cenazeyên hevjîn û 3 zarokên wî ji bin kavilên heman avahiyê hatibûn derxistin.

Di erdhejên Mereşê yên bi pileyên 7.7 û 7.6 de, avahiya Navenda Karsaziya Diyar Galeria ya li navçeya Yenîşehîra Amedê jî hilweşiyabû.

Dengbêj Mihemed Nenyasê yê 75 salî, çar meh beriya erdhejê li qata 6’an a Diyar Galeriyayê tevî malbata xwe bicih bûbû. Mala Dengbêj Mihemedê Nenyasî di erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê de hilweşiyabû.

Dengbêjê Mihemedê Nenyasî ligel hevjîna xwe Servet, keçên wan Nermîn û Ayfer û kurê wan Yunus Tanriverdî di bin kavilan de mabûn.

Roja Çarşemê jî cenazeyên hevjîn û 3 zarokên Dengbêj Mihemedê Nenyasi hatibûn derxistin.

Cenazeyê Mihemedê Nenyasi jî duh piştî 10 rojan ji bin xirbeyan hat derxistin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî ji bin kavilan hate derxistin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *