1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji HDP’ê kampanyaya ‘Mala min mala te ye’

Ji HDP’ê kampanyaya ‘Mala min mala te ye’

featured
Twîtter
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo mexdûrên erdhejê, kampanya “Mala min mala te ye” da destpêkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ji bo ya mexdûrên erdhejê û li dijî bihakirina kirê,kampanya “Mala min mala te ye” da destpêkirin. HDP’ê bang li welatiyan kir ku deriyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekin.

 ‘Deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekin’

Kampanya li hesabê Twîtter a HDP’ê hate ragihandin û wiha tê gotin, “Amedê her tim birînên xwe bi piştevaniya xwe pêçandiye û bi ser ketiye. Bihakirina kirêyên xaniyan me xemgîn kiriye. Tişta ku dikeve ser milê me jî em dibêjin, ‘Mala min mala te ye’ û em van rojên zor û zehmet dikarin bi hev re derbas bikin. Hevgritin û yekitî me xurt dike û em helwesta xwe ya alîgiriya mazlûmbûnê bidomînin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî kampanyayê wiha got: “Divê gelê me li dijî van kesên êş û mexdûriyeta erdhejê ji xwe re dikin firsend rabin û em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li nirxên xwe civakî derkevin.” (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji HDP’ê kampanyaya ‘Mala min mala te ye’
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *