Endamê Komeleya ARSÎSA’yê Şaxa Wanê Cemîl Arman amaje bi êrîşên li hemberî zimanê Kurdî kir û got, “Mixabin divê serdema em tê de ne, hêj jî gele Kurd neçar maye ku zimanê xwe biparêze. Ji ber ku serdestên nijadperest bi polîtikayê bişaftinê dixwazin Kurdan tune bikin. Tunekirin dibêjin çîmkî tunekirina ziman tunekirina wî gelî bixwe ye!”
Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. Li gorî zanîstên ziman ên UNESCO’yê ji destpêka mirovahiyê heta niha 30 hezar ziman dihatin axaftin lê tenê 7 hezar ziman gihiştine roja me. Tê destnîşan kirin ku di roja me de ji van zimanan nêzî 2 hezar ziman bi xetereya ji holê rabûnê re rû bi rû ne
Li Tirkiyê her sal ji bo balê bikşînin ser rewşa Kurdî çalakiyên curbecur tên lidarxistin. Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Şaxa Wanê (ARSÎSA) jî her sal bi vê mebestê hin rêze çalakiyan lidar dixe.
Endamê ARSÎSA ya Wanê Cemîl Arman bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji Serhat Newsê re hin nirxandin kirin.
Xebatên ARSÎSA’yê berdewam in
Endamê ARSÎSA ya Wanê Cemil Arman, di serî da behsa ARSİSA yê kir û got “Komeleya ziman, çand û lêkolînê ya ARSÎSA’yê sala 2019’an de li navçeya Erdîşê dest bi xebatên xwe kir. Pişt re me li navenda Wanê jî nûnertî vekir. Perwerdahîyên me xitabê zarok û mezinan dike. Ji destpêka vekirina komeleyê heta niha 24 pol ji bo kesên temen mezin û 5 pol ji bo zarokan hatine vekirin. Perwerdehiyên me ast bi ast berdewam dikin. Ji asta yekem destpê dike û heta asta dawîyê yanî asta mamosteyîyê diçe. Her astek perwerdehîyê 2 mehan berdewam dike. Piştî her astê sertîfîka tê dayîn.”
Arman, bi domdarî got ku ew di perwerdehiyê de dersên wekî rêziman, wêje û analîza pirtûkan didin. Di vê derbarê de wî wiha dirêjî da gotinên xwe: “Din nava dersen xwe de bi tevahî rêzimanî, wêje û analîza pirtukan dikin. Armanç ew e ku piştî asta mamosteyîyê kes bikaribin bi Kurdî biaxivin, bixwînin û ji çand û wêjeya Kurdî haydar bin. Di komeleya me de 7 mamsote bi dildarî xebatan dikin,”
‘Siberoja te li ser hîmê paşeroja te ava ye’
Arman, herwiha balkişand ser girîngiya hebûna zimanê zikmakî bo netewan û wiha pêde çû: “Di dîrokê de jî xuya dibe ku ger dewletek bixwaze netewekî tune bike, bîne asta bişaftinê di serî de êrîşî zimanê wî gelî dike. Perwerdehîya wî zimanî qedexe dike, hetta axaftina wî zimanî qedexe dike. Zimanê Kurdî ji nêziktarîyên hovane para xwe wergirtiye. Hin caran, ziman hatiye qedexe kirin, hin caran kesên bi kurdî axivîne, hatine darizandin. Di vê tiştê de em ji bo gelekê girîngiya ziman dibinin. Dewletên dagirker û nijadperest baş dizanin ku dema zimanê wî gelî tune bikin wê bibînin ku ew (gel) ji çand, dîrok û heqîqeta xwe durketîye.”
Arman amaje wê yekê dike ku, ziman ji bo gelan, pirra di navbera paşeroj û siberojê ye de û got, “Tu paşeroja xwe winda bikî ne mimkûn e ku siberojeke baş ava bikî. Çimkî siberoja te li ser hîmê paşeroja te ava ye.”
‘Hewceye ku gele Kurd jî ji sazî û dezgehên çand û hunerî biparêzin’
Arman, di dawîya da serdema ku zimanê Kurdî tê de ye wuha şîrove kir: “Mixabin divê serdema em tê de ne, hêj jî gele Kurd neçar maye ku zimanê xwe biparêze. Ji ber ku serdestên nijadperest bi polîtikayê bişaftinê dixwazin Kurdan tune bikin. Tunekirin dibêjin çîmkî tunekirina ziman tunekirina wî gelî bixwe ye. Banga me ji bo gele me ev e: Hewceye ku gele Kurd jî ji sazî û dezgehên çand û hunerî biparêzin, xwedî derkevin. Avahî û kolanan bikin wek fêrgehên Kurdî. Bazara xwe bi zimanê Kurdî bikin, daxwaza perwerdehiya zimanê Jurdî bikin. Û ji bo gele me jî divê dibistanên seretayî heta zaningehan perwerdehîya zimanê Kurdî xeta sor be. Perwerdehîya ziman di tekoşîna hebunê de çeperek herî xurt e.”
Serhat News
(lg)