1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu bo Esad nameya sersaxiyê

Ji Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu bo Esad nameya sersaxiyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jiber erdhejên Mereşê ku bandor li ser Sûriyê jî kiriye, ji Serokdewletê Sûrîyê Beşar Esad re nameyeke sersaxîyê şand.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di nameya xwe de dîyar kir ku erdheja mezin mîna Tirkîyê, bandor li Sûrîyê jî kiriye û ew xistiye êşeke giran.

Serokê CHP’ê di nameya xwe de wiha gotiye: “Bi qasî 15 roj in ez li herêma erdhejê digerim û hewil didim ku bibim derman bo miletê me. Ez dixwazim hun bizanibin ku em êşa welatê xwe û ya Sûrîyê di dilê xwe de hîs dikin”.

Kiliçdaroglu got ew hêvî dike ku di siberojê li şûna kederan, ew hêvîyan ji hevdu re bibêjin.

Wek tê zanîn têkiliyên Enqere û Şamê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê vir ve, ku di sala 2011’an de destpê kiribû, jiber sîyasetên dijber di asteke nizm de ne.

Hêjayî gotinê ye ku di mehên borî de hin karbidestên payabilind yên Sûrîye û Tirkîyê kom bûbûn û destnîşan kiribûn ku serokomarên her du welatan dikarin di demên pêş de bicivin. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu bo Esad nameya sersaxiyê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *