1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Kurdologa navdar Îlînicna Vasîliyeva koça dawî kir

Kurdologa navdar Îlînicna Vasîliyeva koça dawî kir

featured
RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kurdologa navdar Evgeniya Îlîniçna Vasîliyeva di 15 sibata 2023 de di 89 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Evgeniya Îlîniçna Vasîliyeva di 22’yê Kanûna 1935’an de li herêma bajarê Novgoradê Soletskîyê hatîye cîhanê. Rojhilatnas, Wergervan û Kurdologa navdar a Rûsyayê û cîhanê di tevahiya jiyana xwe ya zanînstî de li ser dîroka Kurdan xebat meşandine.

Malbata E.Î Vasîliyeva di sala 1944’an de tên li Leningradê bi cih dibin, ew di sala 1953’an de derbasî Fakulteya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Dewletê ya Leningradê dibe. Di sala 1958’an de beṣê Dîroka Rojhilata Nêzîk û Navîn li wê zanîngehê diqedîne û li Enstîtûta Rojhilatnasiyê ya Akademiya Sovyetê dixebite.

Di sala 1977’an de teza xwe ya li ser ‘Kronîka Xusrew Îbnî Mihemed Tarîx-î Benî Erdelan’ wekî çavkaniyek dîrokî û etnografîya Kurdên Erdelan ya sedsalên 18-19’an pêşkeş dike. Di sala 1992’an de teza xwe ya doktorayê li ser monografiya “Başûrê Rojhilatê Kurdistanê di sedsala 17 – destpêka sedsala 19’an de, dîroka mîrê Erdelan û Baban” pêşkêş dike.

Vasiliyeva bê westan li ser dirok, çand û jiyana civakî a Kurdan xebat meşandine û bi dehan berhem nivîsîne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kurdologa navdar Îlînicna Vasîliyeva koça dawî kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *