1. Haberler
  2. Aktûel
  3. HDP: Hemû berpirsyarên vê pergalê dê hesabê bidin

HDP: Hemû berpirsyarên vê pergalê dê hesabê bidin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ku ber bi navenda Heyva Sor a Tirk ve meşiyan daxuyandin, “Ji jor heta jêr dê hemû berpirsyarên vê pergalê hesabê bidin. Îstîfa, fezîleteke exlaqî ye û pêdiviyeke siyasî ye. Lê tu hurmeta vê îktîdarê ji bo pîvanên fezîlet û siyaseta demokratîk tune ye. Erê rast e em qala îstîfayê dikin lê dê îstîfa nekare sûcê wan veşêre. Dê hemû berpirsyarên vê pergala heramî hesabê bidin

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar tevî Koma Parlamentoyê ber bi Navenda Giştî ya Heyva Sor a Tirk ve meşiyan. Heyva Sor a Tirk piştî erdhejê ji ber firotina konan bûbû mijara nîqaşê. Beriya meşa HDP’iyan hemû kolanên ku derdikevin navenda Heyva Sor, ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Tevî ku polîsan destûr neda HDP’î derbas bibin, Buldan û Sancar li pêşiya kolana Heyva Sor daxuyanî dan.

‘Ne ehlaq ne jî ar ê wan heye’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku îktîdar ji daxuyaniyan jî ditirse û wiha got: “Îktîdara ku piştî erdhejê li holê xuya nedikir, ya ku kesên di bin kavilan de diqîriyan terkî mirinê kir, ji daxuyaniya li vê derê ditirse. Ev wêneyê ku hûn dibînin, wêneyê pergala riziyayî û pergala têkçûyî ye. Heyva Sor jî bûye sembola vê pergalê. Dema mirov ji sermayê tî û birçî, ji xwînê heta her alav firotin. Qaşo saziya alîkariyê ye û bêyî fêdî bikin vê yekê diparêzin. Ne exlaq û ne jî arê wan heye. Ji xwe fedî nakin û hewl didin bi zora polîsan vê rezalet, bêhiqûqî û rizîbûnê veşêrin. Lê çi dikin bila bikin dê nekarin me bêdeng bikin. Ev qêrînên olan didin, dawiya vê pergala riziyayî û gemar tînin. Ew jî di ferqa vê de ne. Ji dengê li trîbûnan bilind dibe ditirsin.

‘Îstifa jî nikare sûcê wan veşêrê’

Ji bo ku sûcên wan li rûyê wan bidin em hatin vê derê. Ji bo ku ev polîtîkayên rant û pêşkeşkirinê bêhtir xuyanî bikin, ji bo bibin çavê gel em hatin vê derê. Em ê li her derê gotina xwe bikin. Dê nekarin pêşiya vê bigirin. Ji jor heta jêr dê tevahiya berpirsyarên vê pergalê hesabê bidin. Îstîfa, fezîleteke exlaqî ye û pêdiviyeke siyasî ye. Lê tu hurmeta vê îktîdarê ji bo pîvanên fezîlet û siyaseta demokratîk tune ye. Erê rast e em qala îstîfayê dikin lê dê îstîfa nekare sûcê wan veşêre. Dê hemû berpirsyarên vê pergala heramî hesabê bidin. Ji jor heta jêr dê tevahiya peywirdarên ev pergal ava kirine dê hesabê bidin. Em ê vê pergala heramî hilweşînin. Tu mafê kesên ev pergala heramî avakirin nîne ku ji gel helaliyê bixwazin. Dê ev gel heqê xwe helal neke û hesabê ji wan bipirse.”

HDP: Hemû berpirsyarên vê pergalê dê hesabê bidin - HDP Berpisyaren ve pergala heramiyan de hesabe bidin 3

 ‘Ev 22 roje mirov di bin kavilan de can didin’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî got ku astengkirin cihê fihêtiyeke mezin e û ev tişt anî ziman: “Ev 22 roj in mirov di bin kavilan de can didin, xelk dicemide, tî ye, birçî ye. Kesên ji destpêkê ve li qadê xuya nedikirin, yên ku birînên gel derman nekirîn, yên ku xelk ji bin kavilan dernexistin, yên ku ew di sermayê de hiştin, îro hewl didin daxuyaniya me ya li pêşiya Heyva Sor astenb bikin. Me careke din dît bê ka pergal çawa dixebite.

Me êşa mexdûrên erdhejê di cih de dîtibû. Me îro careke din bi çavên xwe dît bê ka ev sazî çawa dixebite, çawa tê xebitandin, çawa fermanan digire. Di mirov hinek şerm bike. Divê rûyê mirov hebe. Divê di mirov de hinek wijdan û exlaq hebe. Ev 22 roj in mexdûrên erdhejê hewl didin xizmên xwe yên di bin kavilan de rizgar bikin. Yên ku di 2-3 rojên ewil ên erdhejê de li holê xuya nedikirin, yên ku kon neşandîn, yên ku av û xwarin neşandin, yekser berpirsyarên van mirinan in. Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku Heyva Sor kon û xwîn bi pereyan firotiye. Ev yek, wêneyê fihêtiyê ye. Bacên gelê me û konên mexdûrên erdhejê bi pereyan firotine. Ev yek nîşan dide bê ka ev pergal çawa dixebite.

 ‘Em heqê xwe helal nakin’

Em heqê xwe helal nakin. Banga me ji bo serokkomar e ku dixwest gel heqê lê helal bike; tu mexdûrên erdhejê û xizmên kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane, gelên Tirkiyeyê û tu kes dê heqê xwe li te helal neke. Ji tu kesî nexwazin ku heqê xwe li te helal bike. Ji ber ku hûn bûn sedema mirina mirovan. Hûn bû sedem ku ev kes li kolanan bimînin, bicemidin. Bi ser erdhejê re 22 roj derbas bûn lê yek rayedarekî hêjta îstîfa nekiriye. Serokê Heyva Sor, rêveberî, wezîr, şirîkê biçûk û serokkomar jî di nav de divê tevek îstîfa bikin. Heke îstîfa nekin jî em ê wan di hilbijartinê de têk bibin. Em careke din soza vê didin gelê xwe.”

Piştî daxuyaniya Buldan û Sancar, HDP’î ji kolana Heyva Sor a Tirk çûn. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP: Hemû berpirsyarên vê pergalê dê hesabê bidin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *