1. Haberler
  2. Aktûel
  3. ‘Kahînê’ erdhejê Hoogerbeets: Dê serê Adarê erdhejek mezin çêbe

‘Kahînê’ erdhejê Hoogerbeets: Dê serê Adarê erdhejek mezin çêbe

featured
RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Frank Hoogerbeets ku wek kahinê erdhejê tê naskirin, dibêje wê serê meha Adarê erdhejeke bi hêza 7 an 8 pile çêbibe.

Frank Hoogerbeets, 3 roj beriya erdhejên Mereşê ku di 6’ê Sibatê de rû dabûn, li ser hesaba xwe ya medya civakî erdhej texmîn kiribû. Hoogerbeets nihajî îdîa dike ku serê meha Adarê dê erdhejek mezin çêbibe. Lê derbarê cihê erdhejê de wî tiştek negotiye.

Hoogerbeets li ser hesaba xwe ya medya civakî gotiye: “Dê 3 an 4ê meha Adarê gerstêrkên Tîr (Merkur) û Satûrnê nêzîkî hev bibin û ev dê bibe sedema erdhejên mezin. Yekem hefteya Adarê gelekî krîtîk e. 2’ê mehê di nav 9 saetan de dê gerstêrk bigihin hev. Di encam de 3 yan 4’ê mehê dê bûyereke sîsmîk rû bide. Ez mezin nakim û naxwazim tirsê belav bikim. Ev hişyariyek e. Divê em biçûk nebînin. Dibe ku di yekem hefteya Adarê de erdhejeke zêdetir ji hêza 6, 7 an 8 pile çêbibe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 6’ê Sibatê de du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 li Mereşê rû dan û bandor li ser, 11 bajaran kir.

Li gor agahiyên fermî, heta niha di encama erdhejê de 44 hezar û 374 kesan jiyana xwe ji dest dane. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Kahînê’ erdhejê Hoogerbeets: Dê serê Adarê erdhejek mezin çêbe
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *