Li navçeya Antakya ya Hatayê bi hêza 4 pile, li Edeneyê bi hêza 4.1 pîle û li Semsûrê jî bi hêza 4.4 pîle, 3 paşerdhejên nû çêbûn.
Li herêma erdhejê paşerdhej berdewam dikin. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro saet di 06:03’an de bi hêza 4 pile li navçeya Antakya ya Hatayê erdhejek çêbûye.
Demek beriya niha li navçeya Tufanbeyli ya Edeneyê jî bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûbû.
Her wiha li Semsûrê jî bi hêza 4.4 pîle erdhejekê rû da.
Roja 6’ê Sibatê du erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan Mereşa bû, bandoreke mezin li 11 bajaran kiribû. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver