1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê berdewam in

Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê berdewam in

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê tevî hemû zext, zordarî û girtinan hê jî berdewam dikin.

Çalakiyên nerazîbûnê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li Îranê hatin destpêkirin, berdewam in. Di vê çarçoveyê de duh li bajarê Seqizê, piştî girtina ji endamên Lijneya Pîşeyî ya Mamosteyan Suleyman Ebdî hate girtin, li pêşiya avahiya midûriyetê çalakî hate lidarxistin. Gelek mamoste jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bang hat kirin ku Ebdî di zûtirin demê de were berdan.

Mamoste Suleyman Ebdî ji ber ku li ser gora Jîna Emînî axivî bû, ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.  

Karkeran jî dest bi çalakiyê kiriye

Di heman demê de karkeran jî li dijî şert û mercên nebaş ên jiyanê û zamên hatine kirin, çalakiyên protestoyî li dar dar xistin. Karkerên ku li bajarên Ahvaz û Şoreş ên Huzistanê hatin ba hev, li dijî zam û mercên nebaş ên jiyanê çalakî li dar xistin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê berdewam in
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *