Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku wê sibê bi Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce re hevdîtinekî pêk bîne.
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Medyascopê Ruşen Çakir re axivî û got “Me hevdîtin daxwaz kiriye. Bi îhtimalek mezin em ê sibê hevdîtinekî bikin”
Her wiha rojnamevan Îsmaîl Saymaz jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Saymaz got, “Min ji Kiliçdaroglu re pirsî ‘Hûn ê bi Muharrem Înce re hevdîtin bikin?’ wî ji jî min re got ku îhtimaleke mezin sibê ew dê biçe serdana Partiya Memleket û li wir bi Muharrem Înce re hevdîtinekî bike” (Gazete Duvar)
Serhat News