1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Îran ji kuştina ciwanên Kurd têr nabe: Ciwaneke din jî hat qetilkirin

Îran ji kuştina ciwanên Kurd têr nabe: Ciwaneke din jî hat qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Bajarê Kirmaşanê ciwaneke Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

Li gor agahiyên ji Navenda Mafê Mirovan a Hengawê hatine wergirtin, roja duşema borî, li bajarê Kirmaşanê hêzên rejîma Îranê bi êrîşeke raste rast ciwanekî din yê Kurd qetil kirine.

Hengawê diyar kiriye ku, ciwanê Kurd yê bi navê Azad Rezayî yê 25 salî ku yek ji Kurdê Yarsaneye, li taxa Nîyayîş ya li Kirmaşanê bi êrîşa rast rast ya çekdarên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Malbeta Rezayî jî qala vê yekê dikin ku, çekdarên rejîma Îranê ji piştê ve gule li ser wesayîta wî reşandine û ew kuştine.

Hêjayî bibîrxistinê ku roja şemiyê jî li bajarê Baneyê ciwanekî din yê Kurd bi heman awayî hatibû kuştin. (Kurdistan TV)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îran ji kuştina ciwanên Kurd têr nabe: Ciwaneke din jî hat qetilkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *