1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Paketa nû ya darazê hat qebûlkirin

Paketa nû ya darazê hat qebûlkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Paketa nû ya darazê piştî li Lijneya Giştî hate nîqaşkirin, di parlamentoyê de hat qebûlkirin.

Piştî guhertinên nû, ew cezayên li dayikên ku zarokên wan bi nexweşiyeke giran weke penceşêrê ketine hate birrîn, dê were paşxistin. Tiştên şexsî yên endamên malbatê û hemû amûrên malê yên ku xizmeta hevpar a malbatê dikin dê neyên hecizkirin. Bi vê pêşnûmeya nû biryara hecizkirinê tenê  “Piştî erêkirina dadger” dikare were cîbicîkirin.

Hin xalên girîng ên pêşnûmeyê wiha ne:

– Ji ber nexweşiya zarokan cîbicîkirina cezayê mehkûmeke jin dikare heta salekê were paşxistin; dema paşxistinê dikare heta çar caran were dirêj kirin, ku bi mercê her carê ji şeş mehan derbas neke.

-Kesên ku ji ber bikaranîna madeyên hişber hatine girtin, dê beşdarî bernameyên dermankirin û rehabîlîtasyonê bibin.

– Cezayê çêkirina madeyên hişbir û bazirganiya madeyên hişber ên sentetîk dê bi qasî ji sedî 50 were zêdekirin.

– Sînorê herî kêm ê cezayê qaçaxçîtiya koçberan ji 3 salan bo 5 salan tê zêdekirin.

– Ji parêzerên ku nû dest bi pîşeya xwe kirine 5 sal in ewil heqê baroyê nayê standin.

-Bi qanûnê re ji bo hin serlêdanên takekesî yên li Dadgeha Destûra Bingehîn dikarin serî li Komîsyona Qerebûyê bidin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Paketa nû ya darazê hat qebûlkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *