1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Girtîyê siyasî piştî 31 salan hate berdan

Girtîyê siyasî piştî 31 salan hate berdan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Girtiyê bi navê Serhat Gullu ku 31 sal û 3 mehan di girtîgehê de ma, di hate berdan.

Girtiyê siyasî yê bi navê Serhat Gullu ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dihat ragirtin, piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan. Gullu, di 1992’yan de li navçeya Farqîn a Amedê hate desteserkirin. 27 rojan desteserkirî ma û pişte jî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin. DGM’ê, bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, cezayê muebbetê li Gullu birî.

Di nava 31 sal û 3 mehan de Gullu li girtîgehên Amed, Bolu, Burdur, Yozgat, Kiriklar, Ermenek û herî dawî jî li Tokatê hate ragirtin. Ji ber helwesta wî ya li DGM’ê, salek din cezayê girtîgehê lê hate birîn. Bi tevahî 31 sal girtî ma.

Girtîyê siyasî piştî 31 salan hate berdan - Girtiye siyasi pisti 31 salan hate berdan

Înfaza wî hatibû şewitandin

Gullu, di 28’ê cotmeha 2022’yan de cezayê xwe qedand. Lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Tokatê înfaza Gullu şewitand û 3 mehan taloq kir.  

Gullu, di 29’ê adara 2023’yan de piştî 31 sal 3 mehan hate berdan. Gullu di 22 saliya xwe de hate girtin û di 53 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Di girtîgehê de bi nexweşiyên weke diyabet û hîpertansiyonê ket.

Gullu, li ber girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Di derketinê de Gullu bi kurtasî hestên xwe vegot û ev tişt anî ziman: “Ez tehliye bûm. Lê dilê min şad nîne. Ji ber ku niha gelek hevalên min hêj girtî ne. Dema hemû heval hatin berdan, wê demê dê dilê me şad bibe.” (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girtîyê siyasî piştî 31 salan hate berdan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *