Li Mêrdînê di encama serdagirtina malan de herî kêm 3 welatî bi hincata parvekirinên li ser medya civakî, hatin desteserkirin.
Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê vê sibê, ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê, bi ser gelek malan de girtin.
Hat ragihandin ku di encama serdagirtina malan de herî kêm 3 welatî bi hinceta parvekirinên li ser medya civakî, hatin desteserkirin.
Navê kesên hatine desteserkirin ev in: Şukriye Gokturk, Botan Sariboga û Serhat Senor.
Hat hînbûn ku kesên desteserkirî bo lê pirsînê li Midûriyeta Ewlekariyê têne ragirtin. (MA)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver