1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Îtîraza Tirkiyeyê ji aliyê DMME’ê ve hat red kirin

Îtîraza Tirkiyeyê ji aliyê DMME’ê ve hat red kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgehê Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) îtîraza Tirkiyeyê ya li dijî biryara “binpêkirina mafan” ya der barê 13 parlamenterên HDP’ê de, red kir.

DMME’ê di 8’ê Mijdara 2022’an de li ser serlêdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterên HDP’ê ku ji ber parêzbendiya wan hatibûn fakirin û pitre jî hatibûn girtin, biryar da. 

Di sala 2016’an de parêzbendiya parlamenteran hatibû rakirin. Dadgehê biryar da ku wekîlên HDP’ê yên girtî bi awayekî nehiqûqî hatine desteserkirin û girtina wan bi awayekî bêhiqûqî dewam kiriye. Dadgehê her wiha destnîşan kiriye ku mafê wan ê îfadekirin û hilbijartinê hatiye binpêkirin û xala 18’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin. Dadgehê ji bo zirara manevî jî 184 hezar û 600 euro ceza da Tirkiyeyê.

Li ser vê yekê Tirkiyeyê îtîrazî biryara DMME’yê kir. Daîreya Mezin a DMME’yê serlêdanê nirxand û îtîraza Tirkiyeyê red kir. Bi vê biryarê re beriyara derbarê Tirkiyeyê da teqez bû. (MA)

Serhat News 

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îtîraza Tirkiyeyê ji aliyê DMME’ê ve hat red kirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *