Li Wanê di encama operasyonan de di meha Adarê de 196 kes ji ber sûcên cur be cur hatine girtin.
Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha Adarê de ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve hejmarek zêde operasyon hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di encama van operasyonan de ku bi ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Wanê hatine lidarxistin, 196 kes ji ber sûcên cur be cur hatine girtin.
Walîtiyê her wiha daye zanîn ku kesên hatine girtin, ji miqamên edlî re hatine veguhestin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver