Dosya 2
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, balkişand ser yêkitiya gelû Kurd û got, “Her çend di warê îdeolojîk û polîtîk de cudahiyên me hebin jî, pêwîst e xetên me yên sor hebin. Hemû cudayî, li aliyekê divê em bo gelê xwe statuyekê werbigirin.”
Di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê hilbijartinê parlamentoyê û yên serokkomariyê dê bên lidarxistin. Ji hemû hilbijartinan cuda tir, di vê hilbijartinê de gel guhartinê dixwaze. Gelê Kurd jî dixwaze di sedsala duyan ya Komara Tirkiyeyê de mafên neteweyî û çandî bêne diyarkirin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.
Li aliyê din jî wek tê zanîn, derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê hatiye vekirin û wehe ye partî bê girtin. Ji ber vê yekê HDP’ê biryar dabû ku bi navê Partiya Çep û Kesk (Yeşiller ve Sol Partî) tevli hilbijartinan bibe û armanca wê ew e ku herî kêm sed parlamenteran bişîne meclîsê. HDP’ê her wiha bo serokkomariyê jî namzet diyar nekiriye û tê payîn ku piştgiriyê bide namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu.
Di vê hilbijartinê de qanûna hilbijartinê ya nû ferz dike ku partiyên siyasî dibin banê tifaqan de tevli hilbijartinan bibin. Ev yêk piranî kêrî partiyên ‘biçûk’ ên ku pirsgirêka wan ya benda hilbijartinê ye, tê. Partiyên ku nikarin benda hilbijartinê derbas bikin, bi vê sayê wê bikarin parlamenteran bişînin meclîsê.
Di ve çarçoveyê de AKP, MHP, BBP, YRP û HUDA PAR di bin banê Tifaqa Cumhur de, CHP, ÎYÎ Partî, SP, DEVA, GELECEK û DP, di bin banê Tifaqa Millet de û TÎP, EHP, SMF, EMEP, TOP, Yeşil Sol Parti û HDP jî di bin banê Tifaqa Ked û Azadî (Emek ve Ozgurluk) de dê tevli hilbijartinan bibin.
Ji bilî van tifaqan, Komaleya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadî (PIA), Partiya AZADÎ, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û HDP jî bi navê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurdan tîfaqeke din ava kirin.
Me wekî Serhat Newsê bi serokên giştî yên partiyên ku tevli Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurdan bûne derbarê hilbijartinan de dosyayek amade kir.
Di beşa duyem a dosyayê de Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek, bi ser xebatên hilbijartinê, avakirina tifaqa Kurdan û çareseriya pisgirêka Kurd de nêrînên xwe bi me re parve kir.
Beriya hilbijartinan hûn dikarin ji me re qala rewşa Kurdan ya siyasî û aborî bikin? Gelo Kurd niha di pêvajoyek çewa de derbas dibin?
Meseleya girîng eve ku tîfaqa Cumhur îradeya gelê Kurd nasnake. Wekî din her roj bi dahan welatiyên Kurd ji ber sedemên derew têne desteserkirin. Rojnamevan ne azad in. Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet, stratejiyên xwe li ser têkbirina, destkeftiyên gelê Kurd dimeşînin. Mifteya hilbijartinê di destê gelê Kurd de ye. Lê her du tîfaq jî wê li ber çavan nagir in. Rewşa Kurdan a sîyasî bi kurtasî; duh digotin Kurd tuneye, îro dibêjin Kurd heye lê Kurdistan tuneye. Ya duyemîn dibêjin Kurd heye lê mafên wan tuneye. Ger Kurd hebe ger mafê wî zimanê wî hebe. Divê navê gund û bajaran bi navê xwe yên dîrokî bên gotin.
Di dîrokê de ji Amed û Rihayê re dibêjin ‘Hîlala berhemdar-Bereketli Hîlal’. Ji Qewqesya heya Misirê dikare 500 milyon mirova têr bike. GAP (Projeya Başûrê Rojhilatê Anatolyayê) tenê bixwe 105 hezar km ye. Dewleta Holandayê ji vê derê biçûktir e, lê îhracata Holandayê nêzîkî 30 mîlyar dolare. Ya Tirkiyê hemî 2 milyar dolare. Nêzîkî 20 qat ferq heye. GAP dikare heremê tevahî têr bike, lê îro mirovên me diçin serlêdana sazîyan dikin û dibêjin ‘Du zarokê me hene her duyan vergirin tenê meaşekî bidin’. Xwediyên kar yên li Semsûr, Amed, Wan û heta Stenbolê ku mecbûrin bi avayekî fermî meaşê kêmanî bidin xebatkarên xwe, vî meaşî didin wan, lê piştre tevî îmzeyê kismek pereyê wan ji wan dibirin. Rewşa aborî pir girîng e. Enqere gelan tenê di hêla siyasî de nafetisîne di hêla aborî de jî difetisîne. Em baş dizanin ku en li Enqere, Îzmîr, Stenbol û Qeyseriyê dijîn ji me di hêla aboriyê de azad bikin. Lê Enqere ji wan re dibêje ku ‘Ger ez we azad bikim, ez neçarim Amed û Wanê jî azad bikim. Wê çaxê ew ê serxwebûna xwe pêk bînin. Em dê çi bikin”
Li pêşiya me du hilbijartin hene, hem hilbijartina giştî û hem jî ya serokomariyê, li gorî we Kurd dê dengên xwe çewa bikar bînin?
Di pêvajoya yêkem de me digot ku HDP bila namzetê xwe derxîne, ger bimîne tura duyem bila daxwazên xwe danîn holê, kijan partî qebûl bike bila dengên bide wan. Lê hinek tişt çêbûn. Yêk: li Kurdistanê erdhejek mezin çêbû. Ya din li ser Kiliçdaroglu, tifaqa Cumhur erîşa nijadperestî û mezhebî pêk anî. Ew erîş ne tenê ji bo Kiliçdaroglu bû. Ew dijî tevahiya Kurdan û yên din bû. Wekî din Kiliçdaroglu destê xwe dirêjî HDP’ê kir. Ji ber van her sê sedeman me weke Partiya Kominîst a Kurdistanê rewşa xwe guhert. HDP hate serdanê got ku divê di tura yekem de em piştgirî bidin Kiliçdaroglu. Lê em dizanin bi wî hemû pisgirêk çareser nabin. Tîfaqa Millet li ser mijara Kurdan xeta dewletê de na derkeve. Ev xet ji li ser tunebûnê ye. Lazime parlamenterên Kurdan bandoreke baş bidin ser parlamenterên Millet. Eger nedin tîfaqa millet wekî 2019 dê bike. Dixwaze ku barê Demokrasî li ser mile Kurdan be, lê ew jê siûd werbigirin.
HUDA-PAR tevli Tifaqa Cumhur bû. Hûn vê yekê çewa dinirxînin?
Ev tifaq birîna me ye. Bernameya wan cuda ye lê Kurdistanî ne. Ne careke, gelek caran nêzîkî AKP’ê sekinî ne. Lê bi tenê wan a bi AKP’ê re tifaq ava nekirine, di heman demê de li gel partîyeke nijadperest MHP jî tifaq kirine. Ew nêzîkatî em şaş kir. Daxwaza me eve ku xwe rexnekirinekî parve bikin û tevlî tifaqa Kurdî bin. Di nava tifaqa me de partiyên oldar jî hene, lê ew yên me ne. Fikrên me cuda ne, lê bi hevra em dimeşin. HUDA-PAR’ê helwesta wî cuda ye di vê de em şaşîyek mezin dibînin. Gelê me ji dê wê binirxîne. Ger tu herî bi MHP’ê re tifaqê bikî, gelê Kurd jî dê vê yekê bide pêş çavan. Em bang li gelê xwe dikin ku helwesta HUDA-PAR’ê bidin pêş çavan.
Serokê EMEP’ê Ercument Akdeniz li ser tifaqa Kurd got ku ‘tifaqa Kurdî ne ji bo me ne jî bo Kurdan baş nabe’. Hûn wê axavtinê çava dibinin? Partîyên Tirkîyê û Partîyên Kurdan du tifaq in, Hûnê bi hevra çawa rê biçin?
Ew nêrîneke dîtina Tirka ne. Şaşîtiyeke mezin e. Li ser tifaqa Kurdan tu mafê Partiyên Tirkan yên Sosyalîst anjî Demokrat nîne ku biaxivin. Tifaqa me ya erdnigariya Kurdan û daxwaza gelê me ya herî girîng e. Hebûn û nebûna me ye. Ev beyana wî şaşîyeke mezin e. Emê li ser wê daxuyaniyekê bidin.
Li herema serhedê hûnê stratejiyeke çawa bikar bînin? Wê heremê ger HDP çi bike ku dengên xwe zêde bikin? Hûnê nav xebatên hilbijartinê çawa cih bigirin?
Dewlet sedsala lozanê de dibêje ku emê çawa komarê berdewam bikin. Ew xeta wê ya sor e. Tifaqa Cumhur û Millet helwesta wan ewe. Xeta me jî ya yêkem eve em çiqas cuda bin jî hilbijartinê partiyên sîstemê emê gav bi gav bêkes bikin. Stratejiya me eve ku herî kêm bi 80 parlamentera biçin meclîsê û mafên Kurdan wergirin. Daxwaza me a duyemîn; em statû dixwazin. Hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin. Hemû tişt girêdayî statû ye. Gelê Bakûr wek Başûr û Rojava dixwaze bibe xwedî statû. Kiliçdaroglu got ku cihê çareseriya mijara Kurd meclîsê. Gaveke baş e, emê wê rojê bibînin.
Banga me ji bo gelê Serhedê eve ku em hilbijartinê tercîha xwe nedin hemberî Kurdan. Banga me ji bo Partiya Çep û Kesk ji eve ku tenê bernameyeke gelemperî neşopînin. Ji bo Serhedê daxwazê wan yên pêwîst û girîng hene. Aborî ya wê heremê zêde girêdayî bazirganiya Îranê ye. Çavkanî yên Serhedê têra wan hene û zêdetir e jî. Ger derfet bên ava kirin. Meseleya girîng ji bo HDP’ê ji bo Partiyên Kurdan ji eve.
Partiyên Tirkan çiqas cudayî hebe ji xetê wan ê sor hene. Gere partiyên me ji we bin. Her çend di warê îdeolojîk û polîtîk de cudahiyên me hebin jî, pêwîst e, xetên me jî yên sor hebin. Hemû cudayî ji li aliyekê divê em statû bo gelê xwe vergirin. Wekî din Banga me ji gelê me ew e ku di sindoqan de piştgirî bidin Partiya Kesk a Çep.
Serhat News