Ji welatiyê bi navê Osman Şîban ê ku li Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin re bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 ceza hate birîn.
Danişîna duyemîn a doza Osman Şiban ku li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate dîtin. Di encama darizandinê de dedgehê bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” ji Şiban 7 sal û 6 meh ceza birî.
Di danişîna ku Şiban tev li nebû de parêzerê wî amade bû.
Dozger mutalaaya xwe ya danişîna beriya vê dubare kir û ji “endamtiya rêxistinê” ceza xwest. Piştî parastinên hatin kirin, dadgehê ji Şîban re 6 sal ceza birî. Di biryarê de sedem weke “çawaniya pêkanîna sûc, dem û cihê sûc lê hatiye kirin, dijwarbûna niyeta sûc, giraniya zerar û xeteriyê” hincet hate nîşandan.
Dadgehê pişt re ceza zêde kir û 9 sal û cezayê hefsê birî. Dadgehê dû re ceza daxist û 7 sal û 6 meh ceza birî. Di biryarê de hate diyarkirin ku qedexeya derketina derve wê berdewam bike. Parêzer wê îtîrazî biryarê bikin. (MA)
Serhat News