Desteya Bilind a ya Hilbijartinê (YSK) dê sibê lîstên dawî yên namzetê parlamanterîyê eşkere bike.
YSK’ê di 15’ê Nîsanê de lîsta demkî ya namzetên parlamanterîyê ragihandibû.
Desteya Bilind destnîşan kiribû ku 24 partîyên sîyasî û 152 namzetên serbixwe dê herin hilbijartinê.
Herwiha YSK’ê ragihandibû ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dê 64,1 mîlyon hilbijêr biçin ser sindoqan.
Ji wan hilbijêran 4,9 mîlyon kes dê cara ewil dang bidin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver