Ji ber nûçeya “Goştên Heyva Sor li otela wekîlê AKP’ê derket” ji rojnamevan Sînan Aygul re ceza hate birîn.
Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Bitlis Newsê Sînan Aygul derxistibû holê ku goştên Heyva Sor a Tirkiyeyê (Kizilay) ku diviya ji xîzanan re bê belavkirin, di otela Serokê Şaxê Tetwanê yê Heyva Sor Battal Taşar û Parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê Cemal Taşarî de tê bikaranîn.
Dadgeha 2’yemîn a Asliye Ceza ya Bedlîsê, ji Serokê Komeleya Rojnamegeran a Bedlîsê û Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Bitlis Newsê Sînan Aygul re ji ber vê nûçeyê 6 meh cezayê birî. Ji ber nûçeyeke Aygulî ya 3 sal berê hatibû weşandin, dadgehê ev biryar daye ku nûçe bi ser navê “Goştên Heyva Sor di otela wekîlê AKP’ê de derket” hatibû weşandin.
Dadgehê di 20’ê Nîsana 2023’yan de ev biryar daye û duh gihîştiye ber deste Aygul. Dadgehê bi îdiaya ku “Parêzbendiya kargehê binpê kiriye (li gorî Xala 116/2yê ya Qanûna Cezayan a Tirk)” ev ceza li Aygul biriye.
Ji ber ku doz li gorî “rêziknameya birîndarkirina sivik” hatiye vekirin, dadgehê ji çarê yekê cezayî kêm kiriye û daxistiye 4 meh û 15 rojan.
Aygul beriya niha jî ji ber hin nûçeyên xwe hatibû cezirin. Ger dadgeha bilind vî cezayê dawiyê pesend bike, Aygul li gorî Xala 58’an a TCK’yê wê hemû cezayê xwe li girtîgeheke sergirtî bikişîne. (Bîanet)
Serhat News