1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Îro 86’emîn salvegera ‘Komkujiya Dêrsimê’ ye

Îro 86’emîn salvegera ‘Komkujiya Dêrsimê’ ye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di 4’ê Gulana 1937’an de ‘Lijneya Wezîran a Tirkiyeyê’ biryareke nû stand û piştî vê biryarê, li Dêrsîmê di nava 2 salan de bi deh hezaran Kurd hatin kuştin. Roja ku ev biryar hate girtin, anku 4’ê Gulanê wekî ‘Roja Bibîranîna Qurbaniyên Komkujiya Dêrsîmê’ tê pêşwazîkirin.

86 sal beriya niha dewletê li Dêrsima plana komkujieyeke mezin li dijî Kurdan pêk anî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi serhildanê kiribûn.

Îro 86’emîn salvegera ‘Komkujiya Dêrsimê’ ye - seyidrizaslider

Li gor agahiyên nefermî yên derbarê hejmara qurbaniyên komkujiyê de, di navbera 13 hezar û 40 hezar Kurd li Dêrsimê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qirkirin. Her wiha bi hezaran kes jî bi zorê hatin koçberkirin û ji warê xwe hatin dûrxistin.

Piştî têkçûna serhildanê, rêberê serhildanê Seyîd Riza û hevalên wî di sala 1938’an de hatin girtin û piştre jî hatin darevekirin.

Îro 86’emîn salvegera ‘Komkujiya Dêrsimê’ ye - dersim1

Tevî ku 86 sal bi ser komkujiyê de derbas bûye, hêj ew komkujî ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin.

Xelkê Dêrsimê daxwaz ji dewletê dike ku arşîvên têkildarî komkujiya Dêrsimê bên vekirin û herwiha ji xizmên qurbaniyan re jî tazmînat were dayîn. Lê heya niha ne ti kesek hatiye tazmînkirin û ne jî tê zanîn ka gora Seyîd Riza li kuderê ye. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îro 86’emîn salvegera ‘Komkujiya Dêrsimê’ ye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *