1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wanê beriya mitînga Erdogan tedbîrên berfireh hatine wergirtin

Li Wanê beriya mitînga Erdogan tedbîrên berfireh hatine wergirtin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Beriya mitînga Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ya Wanê, tevahiya kolan û cade ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Ji bîlboardan afîşên partiyên din hatin rakirin û wêneyên Erdogan lê hatin daliqandin.

Serokkomar û namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan îro li Wanê dê mitîngekê lidar bixe. Beriya Erdogan bê Wanê tevahiya bajêr ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîs û maşîneyên zirxî li hemû kolan û cadeyên bajêr hatine bicihkirin. Ji duh êvarê ve afîşên partiyên siyasî yên li ser bîlboardan hatin rakirin û li şûna wan wêneyên Erdogan û afîşên AKP’ê lê hatin bicihkirin. Her wiha li ser rêgeha konvoya Erdogan, al û flamayên partiyên din hatin rakirin û alên AKP’ê hatin dliqandin.

Rêxistina AKP’ê ya Wanê li gelek dibistan û saziyên dewletê jî posterên Erdogan daliqand in. Ji bo mitînga Erdogan qelebalix derbas bibe tevahiyê saziyên dewletê seferber bûne û hewl didin bi darê zorê karmandan tev li mitîngê bikin. Ji gundan jî cerdevanan ji serê sibehê ve tînin bajêr û ji gelek bajarên din jî bi dolmûş û otobusan xelkê tînin Wanê.  

Makîneyek mezin a X-Ray danîne ber Bazara Gel a Mezin. Dikandar di vê X-Rayê re derbas bûn û çûn ser karên xwe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê rêgeha ku dê Erdogan têde derbas bibe şûşt. Her wiha hemû qutiyên çopê yên li bajêr hatin rakirin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê beriya mitînga Erdogan tedbîrên berfireh hatine wergirtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *