1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Di xizmeta Wezareta Dadê de 12 zimanên biyanî hene lê Kurdî tuneye!

Di xizmeta Wezareta Dadê de 12 zimanên biyanî hene lê Kurdî tuneye!

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Dadê, bo dayîna belgeya qeyda sabiqayê li ser Pergala Zanyarî (ASBS) 12 zimanên biyanî yên din li pergalê zêdekiriye, lê di nava van zimanan de Kurdî tuneye.

Li gor agahiyan, ji îro û pê ve belgeya qeyda sicîla edlî (Qeyda Sabiqayê) ji yekîneyên qeyda tomara edlî yên serdozgeriyên komarê, ji nûneratiyên derveyî Tirkiyê û li ser sîstema e-Devletê bi 40 zimanan tên dayîn.

Di destpêkê de tomarên edlî bi zimanên Îngilîzî, Almanî û Îtalî û piştre jî bi zimanên Îspanyolî, Flemengî, Danmarkî û Portekîzî hatibû dayîn.

Herwiha piştî Sîstema Zanyarî ya Tomara Edlî (ASBS) hejmarek zimanên din jî lê hatibûn zêdekirin û bi 28 zimanan xizmet dihat dayîn.

Lê ji 5’ê Gulanê û pê ve 12 zimanên din jî lê hatine zêdekirin û hejmara zimanên tê bikaranîn gihiştiye 40 zimanan, lê zimanê Kurdî ne di nav wan zimanan de ye.

Li gor agahiyan, jibo ku bi zimanên Derî, Farisî û Urdu jî xizmet bê dayîn kar û xebatên teknîkî berdewam in. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di xizmeta Wezareta Dadê de 12 zimanên biyanî hene lê Kurdî tuneye!
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *