Li navçeya Licê ya Amedê leşkeran li hemberî PKK’ê operasyoneke leşkerî daye destpê kirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, çoltera mezrayên Hemza û Antîxan yê gundê Barafê ku bi ser navçeya Licê ya Amedê ye, leşkeran li hemberî PKK’ê operasyonek leşkerî dane destpê kirin. Hat ragihandin ku di dema operasyonê de pevçûnên dijwar hatine jiyandin.
Hatiye diyarkirin ku li herêmê operasyon bi piştgiriya helîkopteran berdewam dike.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver