Li Wanê di dema tespîta xesarê de dîmenên skandal derketin holê. Karsazeke Wanî bo ku avahiya xwe têxe ber veguhestina bajarvaniyê sitûna avahiyê da birîn. Welatiyê ku ev avahî kirê kiriye jî hem derbarê ekîba hatiye tespîte û hem jî xwediyê avahî de gilî kir.
Piştî jinûvekirina rêznameya erdhejê di gelek tespîtên avahiyan de gendelî derdikevin holê. Mînaka herî dawî li Wanê hate jiyandin. Karsazê bi navê Metin Oner di avahiya ku sala 2022’an de rapora saxlamiyê wergirtibû, otêl vekir. Lê piştî ku hikûmetê biryar da ji avahiyên dikevin ber veguhestina bajarvaniyê re (Kenstsel dönüşüm) ‘Alîkariya dewletê’ bide, jiyana Oner jî kambax bû. Wî masrafeke zêde li avahiyê kir û di avahiyê tadîlat pêk anî. Lê piştî demekê xwediyê avahiyê karsaz K. E., bi hinceta ku ew dê avahiyê hilweşîne ji Oner xwest avahiyê vala bike.
Karsaz K. E., di vê çarçoveyê de bo avahiyê têxe ber veguhestina bajarvaniyê serî li Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê da. Lê K. E., bi boneya ku nekarî ji vir tu encamê bidest bixe vê car jî qaşo bo tespîtkirina xesarê bi ekîbekê re hevpeyman çêkir. Skandal jî di vê demê de derketiye holê. Ev ekîba navborî li şûna bi awayekî zanîstî rontgena avahiyê bikişîne û nimûneyên karot û betonê bigire, di bin navê tespîtê de bi hiltiyê dest bi birîna sitûnên avahiyê kir. Ev xebata ekîbê ji aliyê xwediyê otêlê Oner ve wekî vido hat kişandin. Piştî ku Oner bertek nîşanê bûyerê da endamên ekîbê ji cihê bûyerê çûn û demildast bo avahiyê biryara hilweşandinê dan.
Bi ser biryara ekîbê xwediyê avahiyê K. E., ji yekîneyên rayedar re nivîs şand û daxwaz kir ku avahiya wî bê hilweşandin. Xwediyê otêlê Metîn Oner jî li hemberî vê hewldanê serî li darazê da. Oner di vê derbarê de wiha axivî: “Salek beriya niha bo avahiyê rapora saxlamiyê hatiye dayîn. Piştî vê biryarê jî tu erdhej nehatiye jiyandin. Xwediyê avahî jibo ku di çarçoveya veguhestina bajarvaniyê de piştgirî bidest bixe dixwaze avahiyê bide hilweşandin. Ji xwe ekîba ku bo tespîtê hatibû jî li şûna tespîtê bo xerabkirina avahiyê hatibû vê derê. Piştî min bertek nîşanê wan da ew ji vir çûn.”
Oner, piştî derbarê avahiyê de birayara hilweşandinê hat dayîn bi rayedarên fîrmaya ku ev ekîp şandine re hevdîtin pêk anî û daxwaz kir ku bi awayekî zanyarî tespît ji nû ve bê kirin. Oner derbirî ku fîrmayê ji bo vê 130 hezar TL pere xwestiye û wiha dirêjî daye gotinên xwe, “Min zêdetirê 3 milyon TL mesraf li avahiyê kir. Lê ez niha rastî bihuqiyeke wiha hatime. Min ji fîrmayê xwest ku bi awayekî zanîstî cardin tespît were kirin. Lê wan ji min 130 hezar TL pere daxwaz kir. Bo ku min nekarî ez vî pereyî bidim, tespît nehate kirin. Bi daxwaza testpîtkirina vê bêhiqûqiyê min serî li dadgehê da.
AFAD û Wezareta Bajarvanî: Tespît wiha nayê kirin
Me, ev vîdeoya ku li wê derê hatiye kişandin, bo rawekirinê nîşanê rayedarên AFAD û Midûriyeta Bajêr ya Hawîrdor û Bajarvaniyê da. Rayedaran ji me re gotin ku ew cara ewil e ku rastî dîmenek wiha tê û gotin, “Di nava kolonan de ger malzemeyê teknîkî tunebe, hun dikarin derdora wê biçekê bikolin. Lê ev dîmenên ku hatine kişandin de ew yêk xuya nake. Li vir raste rast tê xwestin ku sitûn bê birîn. Di roja me de êdî ev şêwaz nayê bikaranîn. Hin şêwazên zanyarî yên din hene. Em jî dê vê bûyerê bişopînin.”
Serhat News