1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Dogan Erbaş li Enqereyê hate desteserkirin

Dogan Erbaş li Enqereyê hate desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê berê yê HDP’a Stenbolê Dogan Erbaş ku jê re 12 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn, piştî cezayê wî hatiye erêkirin, li Enqereyê hate desteserkirin.

14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di sala 2022’an de bi îdiaya ku “endamên rêxistina terore ne” û “propagandaya rêxistinê kirine”, Hevserokên berêyê HDP’ê yên Stenbolê Dogan Erbaş, jî di nav de ji 11 rêveberên bajêr yên HDP’a Stenbolê re ji 6 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê birîbû.

Di vê çarçoveyê de ji Dogan Erbaş re bi îdiaya ku “endamê rêxistina terorê ye” 12 sal û “propagandaya rêxistina terorê kiriye” salek, 21 meh û 22 roj ceza hatibû birîn.

Bi gel Erbaş re li rêveberên bajêr Aysel Guzelê 7 sal û 6 meh, Alî Îpeklî 6 sal û 3 meh, Ayşe Karadag 10 sal û 6 meh, Feremez Erkan 9 sal, Muhittin Arslanboga 6 sal û 3 meh, Suleyman Başer 6 sal û 3 meh, Suleyman Özcan 9 sal û 9 meh û li Kasim Oba jî 12 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Her weha Mehmet Tayyîp Aslan beraat kiribû. (bianet Kurdî)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dogan Erbaş li Enqereyê hate desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *