Li Colemêrgê, bi hinceta “alîkarîdayîna rêxistinê” 5 kes welatî desteserkirin.
Walîtiya Colemêrgê ragihand ku tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr kar û xebatên xwe yên eşkerekirina bûyerên kiryar nediyar berdewam dikin.
Walîtiyê di vê çarçoveyê de diyar kiriye,“Di çarçoveya xebatan de bi îdiaya ku di sala 2014’an de ji bo revandina kesekî alîkariya PKK’ê kirine 5 kes hatine desteserkirin.”
Kesên desteserkirî ji bo kar û barên fermî ji Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê hatin veguhestin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver