Li navçeya Hesenkeleh a Erzeromê ji ber baran û teyrokê lehî rabû. Ji ber lêhiyên zêdetirî 50 dikan û 200 mal dibin avê de man.
Li hinek bajarên herêmê îsal tevî demsala havînê ye, lê hej baraneke zêde û zîpik dibare.
Li gor agahiyan li navçeya Hesenkeleh ya Erzeromê şevêdin baran û zîpikê des pê kir û heta derengiya şevê berdewam kir.
Piştî barana gur li çendîn taxên wê navçeyê lehî rabû û zêdetirî 50 dikan û 200 mal dibin avê de man.
Her wiha lêhiyê bandorê li tirafîkê jî kir û gelek otomobîl di rê de asê man.
Ekiban bi makîneyên kar heta derengiya şevê hewldan ava ku ketiye dikan û malan vala bikin.
Serhat News