1. Haberler
  2. Cihan
  3. Li Fransayê çalakiyên protestoyê berdewam dikin

Li Fransayê çalakiyên protestoyê berdewam dikin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Fransayê bi guleya polêsekî ciwanek hat kuştin û li ser vê protestoyan dest pê kir. Çalakiyên protestoyî yên piştî vê mijarê destpêkiribûn di şeva 5’emîn de berdewam dikin. Heta niha çalakgeran 871 cih û 577 wesayît dane ber agir. Li bajarê Nanterreyê vê hefteyê xortê bi navê Nael M. bi guleya polês hat kuştin û piştra çalakiyan dest pê kir û her şev çalakî dewam dikin.

Li gor nûçeya ku kanala Fransiz BFMTV dispêre Wezareta Karên Navxweyî, protestoyan heta sibehê dewam kir û li deverên qamûyê agir berdan 871 cihan, 577 wesayît hatin şewitandin û 74 avahiyan xesar hilda.

Polêsan di 27’ê Hezîranê da li bajarê Nanterreyê xwestibû ku wesaîta 3 kes tê da bûn ji bo kontrola trafîkê bide sekinandin, lê digel hişyariya “bisekine” wesaît nesekinîbû û polêsan gule berdabû. Di bûyerê da ciwanê bi navê Nael M.yê 17 salî ku ajokarî dikir, hatibû kuştin.

Li ser kuştina Nael li tevahiya welêt, li bajarên cuda bertek hat nîşandan û xwepêşandêr derketin kuçe û kolanan û bi polêsan ra pev çûn.

Her wiha li Parîs, Marsîlya, Lyon û gelek bajarên din di protestoyan da hin kargeh hatin şelandin. Nêzî 10 bajaran ji saet 21.00’î pê ve derketina derva hat qedexekirin. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Fransayê çalakiyên protestoyê berdewam dikin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *