Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di şerê bi kevir, dar, kêr û çekan de, 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li navendeke bazirganiyê ya li taxa Kumlu ya li Îpekyoluya dîrokî di navbera du koman de ji ber sedema deyn niqaş derket.
Di demeke kurt de nîqaş veguherî şerekî ku tê de kevir, dar, kêr û çek jî hatin bikaranîn. Di encamê de jî 7 kes birîndar bûn.
Piştî bûyerê, gelek ambulans û tîmên cendirme gihîştin cihê bûyerê. Birîndar jî ji bo nexweşxaneyan û hatin veguhestin.
Piştî ku xizmên birîndaran li ber nexweşxaneyan kom bûn, polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin.
Derbarê şer de lêpirsîn hat destpêkirin.
Serhat News