Li Erdexanê bi armanca rêlibergirtina belavbûna nexweşiya Şapê û vîrûsa SAT-2 li hemû gund û bazarên sewalan karantîna hat ragihandin.
Walîtiya Erdexanê, ragihandiye ku li bajar bi mebesta rê li ber girtina nexweşiya Şapê û rawestandina liv û tevgera sewalan, civîneke taybet hatiye lidarxistin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan ku ji bo kêmkirina belavbûna bilez a nexweşiya şapê û vîrûsa SAT-2 ya di nav sewalan Erdexanê de ku çavkaniya wê ji Îranê ye, li hemû tax û gundên her wiha bazarên sewalan karantîna hatiye ragihandin.
Walîtiya Erdexanê diyar kiriye ku dê di dema karantînayê de hemû bazarên sewalan girtî bin û ev yek dê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bê çavdêrîkirin.
Herwiha hatiye derbirîn, derbarê kesên ku qarantîna binpê dikin de jî wê karûbarên qanûnî bên destpêkirin.
Serhat News