Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihandi ku îro li tevahiya Tirkiyeyê dê germahiya hewayî 2 heta 4 pîleyan zêde bibe.
Li gorî daneyên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) tê pêşbînîkirin ku li seranserê Tirkiyeyê germahî 2-4 pile zêde bibe.
Li gor pêşbîniyên MGM’ê îro pileyên germahiyê wê li Edîrne 42, Stenbol 35, Denizli 41, Îzmîr 38, Muğla 40, Edene 40, Antalya 43, Enqere 35, Eskîşehir 37, Amed 43, Dîlok 40 û li Riha 42 pile be.
Wezareta Tenduristiyê xwestiye ku bi taybetî kal, pîr, zarok û kesên nexweşiyên wan yên kronîk hene ji ber germa zêde di navbera saet 11.00 û 16.00an de baldar û bi tedbîr bin .
Her weha wezaretê hişyarî daye ku ji bilî şert û mercên mecbûrî di van saetan de dernekevin derve.
Serhat News